Li Srî Lankayê  herî kêm 200 kes mirin

Li Srî Lankayê di dema ayînên Paskalyayê de rêze êrîşên bi bombeyan hate kirin. Di êrîşan de herî kêm 200 kes mirin.

Polîsên Srî Lankayê gotin hejmara kuştiyên teqînên li dijî dêr û otêlên bajarê 200 derbas kir.

Berdevkê Polîsên Srî Lankayê Ruan Gunasekera li Colomboyê ji rojnamevanan re got " Li gorî agahiyên ku heta niha me ji hemû nexweşxaneyan girtine diyar dike ku 207 kes mirin, 450 jî birîndar di nexweşxaneyan de ne."

Hate diyarkirin ku li paytextê di sergirtina li ser malekê de 7 kesên gumanbar hatine girtin û 3 polîs mirin.


Mijarên Din