Li Srî Lankayê rêzeteqîn: 20 mirî, 160 birîndar

Di roja cejna Paskalyayê ya xiristiyanan de, li Srî Lankayê 6 teqîn li dêr û otêlan pêk hatin û herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da, 160 kes birîdar bûn.

Dezgehên çapemeniyê li ser zimanê polîsên Srî Lankayê ragihand ku di encama 6 teqînên ku li dêr û otêlên li deverên cuda yên Srî Lankayê rû dane, 20 kesan jiyana xwe  ji dest daye û 160 kesên din birîndar bûne.

Polîsan diyar kir ku teqînek li bakurê paytext û ya din li Negombo ya bakurê welat pêk hat. Tê zanîn ku her du otêl û yek ji dêran li paytexta Kolombo dikeve, her wiha dêra din jî li Negombo li bakurê Kolomboyê dikeve.

Associated Press diyar kir ku teqîna li dêra San Intoni ya li paytexta Kolomboyê, ayîna cejna Paskalyayê ya xiristiyanan kir hedef, her wiha teqîna din a li dêra San Sebastian a li Negomboyê pêk hat.

(eh)


Mijarên Din