Li Îsraîl û Filistînê di 24 saetên dawî de 8 kes bi koronayê ketin

Li Îsraîlê hejmara nexweşên Koronavîrus kêm bû û di nava 24 saetên dawîn de tenê 8 kes bi vîrusê ketin.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê wiha got: "Kêmbûneke pir mezin di hejmara nexweşên Koroanvîrus li welêt de heye. Ji şevê din ve tenê yek kes bi vîrusê miriye."

Li gorî raporên çapemeniyê tenê 8 kes bi vîrusê ketine. Hejmara kesên ji vîrusê baş bûne 11 hezar û 313 kes. Rewşa 51 nexweşî başe, 81 xetere û 65 kes li ser alavên nefesê ne.

Çapemeniyê Îsraîlê destnîşan kir ku jiyan hêdî hêdî li Îsraîlê vedigere piştî ku navend û dukanên bazirganiyê û sûkan hatin vekirin.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku duh zêdetirî nîvê nexweşên Koronavîrus baş bûn piştî ku 37 nexweşên din ji vîrusê baş bûn. Ji duh ve jî tu nexweş qeyd nekiriye.

Wezaretê diyar kir ku 22 nexweş li derdora El-Qudis, 7 li Ramellah û El-Bîra, 6 li parêzgeha El-Xelîl û 2 li Xezayê baş bûn. Li Filistînê hejmara nexweşên ji vîrusê baş bûne bû 282 kes. Bi giştî hejmara nexweşan li Filistînê 547 nexweşin.

Wezeratê pişterast kir ku rewşa tenduristiyê ya hemû nexweşên di navendên karantînê de baş e û tu kes di odeyên lênerîna lezgîn de tune ye.

(bx)


Mijarên Din