Li Îsraîlê hilbijartinan dest pê kir

Gelê Îsraîlê ji bo hilbijartinên giştî çû ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de dê aqûbeta desthilata Netanyahû jî were diyarkirin.

Li Îsraîlê 6,3 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de dê 120 parlamenter werin hilbijartin.

Tê diyarkirin ku ev hilbijartin di navbera partiya rastgir a Netanyahû ya bi navê Lîkud û di navbera tifaqa Şîn û Spî de ye.

Netanyahû 13 sal e li ser desthilatê ye. Polîtîkayên xwe bêhtir li ser ewlekariyê bi rê ve birin. Netanyahû dixwaze cara pêncan bibe serokwezîr.

Li hemberî Netanyahû jî Benny Gantz heye. Gantz serokê berê yê artêşê yê giştî ye.

Di kampanyaya hilbijartinan de bernameya lîsteyên cihê li paş man. Hilbijartin li ser kesayetiya Netanyahû veguherî referandumê.

Gantz jî hewl dide dawî li nêlirêtiyên di şexsê Netanyahû de bîne. Netanyahû jî diyar dike ku ew tekane kes e ku ewlehî û aramiya welat mîsoger dike. Beriya hilbijartinan  Donald Trump diyar kiribû ku beşeke Golanê axa Îsraîlê ye, ev jî wek diyariyeke hilbijartinê hate nirxandin.

Li gorî anketên dawîn dengên Lîkud û Tifaqa Şîn û Spî nêzî hev in. Tê diyarkirin ku her yek dê 30 parlamenteriyan bi dest bixin. Ev jî diyar dike ku her du jî dûrî 61 parlamenteran in. Wisa dixuye ku di encama hilbijartinan de dê hikumeta koalîsyonê were avakirin. Bi giştî 40 lîste dikevin hilbijartinan.

Li Îsraîlê ji sala 1949’an û heta niha tu partî bi tena serê xwe li parlamentoyê nebûne desthilat. Ji ber vê jî bo avabûna hikumeta koalîsyonê, muzakereyên zêde tên kirin. Tê payîn ku koalîsyona Netanyahû 63 parlamenteriyan bi dest bixe.

Tê payîn ku Partiya Karkeran jî ji 18 parlamenteriyan dakeve 10’an. Ji bo têketina parlamentoyê divê herî kêm 4 parlamenter werin qezenckirin.


Mijarên Din