Li Îsraîlê ji ber Koronayê 20 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand, 5 hezar û 358 kes bi Covid-19 ketine, 20 jî mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand, li welêt bi dehan rewşên nû yên vegirtina Koronayê hatin tespîtkirin.

Wezaretê got: "Hejmara kesên bi vîrusê ketine bû 5 hezar û 358 an."

Di demek berê ji îro de Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê du kes ku bi vîrusa Koronayê mirin tespît kiribûn.

(şx)

 


Mijarên Din