Li Îsraîlê li dijî Netenyahû xwepêşandanên girseyî

Dezgehên çapemeniyê yên îsraîlî ragihand ku bi hezaran îsraîlî li Til Avivê li pêş mala serokê hikumetê Benjamin Netenyahu xwepêşandan li dar xistin û banga îstifakirinê kirin.

Dezgehên çapemeniyê yên îsraîlî daxuyandin ku li gorî texmînên polîsan nêzî 2 hezar û 500 xwepêşandêr li pêş mala Benjamin Netenyahu ya li El-Qudisê xwepêşandan li dar xistin û banga îstifakirina wî kirin. Her wiha dezgehên çapemeniyê ragihandin ku di heman demê de xwepêşandanên girseyî mîna wê li Til Avivê li dijî Netanyahu li dar ketin.

Girêdayî heman mijarê çavkaniyên siyasî yên îsraîlê îşev texmîn kir ku dê civîna heftane ya hikumetê li Til Avivê sibe bi sedema nakokiyên di navbera Likud, partiya Şîn û Spî li ser mezaxtina hikumetê de, li dar nekeve.

Berpisekî mezin a partiya Likud ji çapemeniyê re wiha got: "Wezîrên partiya Şîn û Spî ya bi serkêşiya Benny Gantz xebatên civînê red kirin. Tevî wê jî hê endamên hikumetê tu agahî der barê lidarneketina civînê de wernegirtine."

Li gorî çavkaniyên ji partiya Benny Gantz, wezîrên wî li ser helwesta mezaxtinê piştî zanîn ku berê Netenyahu ber bi hilbijartinan ve ye, bi israr in.

Netanhayu biryara mezaxtina hikumetê ji ya îsal maye ji bo hilbijartinan û rê li pêş wergirtina Benny Gantz a serokatiya hikumetê bigire, da. Li aliyekî din jî Gantz li ser biryara sal û nîvekê li gorî peymana itîlafê israr dike.

(fr)


Mijarên Din