Li Şêranê navenda tenduristiyê hat vekirin

Li navçeya Şêranê ya kantona Kobanê navenda tenduristiyê hate vekirin.

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Navçeya Şêranê ya kantona Kobanê bi beşdarbûna bi dehan kesî navenda tenduristiyê li navçeyê vekir.

Navenda ku ji aliyê bijîşkê bi navê Mihemed Şemsî ve tê bi rêvebirin ji dermanxane û odeya destwerdana lezgîn pêk tê.

Di merasîma vekirinê de hevserokê Meclisa navçeya Şêran Xelîl Muslim axivî, spasiya kesên ku di navendê de dixebitin kir û vekirina navendê li şêniyan pîroz kir.

Muslim wiha domand: "Tevî zextên derve, lê em ê hewl bidin daxwazên gel di pêşeroja nêz de pêk bînin û em ê hewl bidin navendê veguherînin nexweşxaneyekê."

Ji aliyê xwe ve berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Hedle Hesen axivî û destnîşan kir ku vekirina navendê gavek erênî ye û xizmeta şêniyên herêmê dike.

Di dawiya merasîmê de navend hate vekirin û dê ji sibe ve nexweşan pêşwazî bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din