Li Şêrawa 4 çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Şêrawa li dijî çeteyên Ehrar El-Şam çalakî li dar xistine û di encamê de 4 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di 5’ê Tîrmehê de li ser rêya di navbera gundên Basûtê û Xeznewî yên navçeya Şêrawa ya Efrînê de li hemberî çeteyên Ehrar El-Şam çalakî li dar xistine û di encamê de 4 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe bê navber li dijî leşker û terorîstên girêdayî dewleta Tirk a dagirker a li Efrîn û herêmên derdora wê bi cih bûne, didomînin.

Di 5’ê Tîrmehê de hêzên me bi çekên sivik û navîn êrîş bir ser hejmarek ji çeteyên Ehrar El-Şam, li ser rêka di navbera gundên Basûtê û Xezawî yên girêdayî navçeya Şêrawa, di encamê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin. Hemwextî wê, hejmarek ji çeteyên koma navborî xwest destwerdanê bikin lê şervanên me bi çalakiyeke sabotajê ew kirin armanc. Di encama her du çalakiyan de 4 terorîst hatin kuştin û 4 terorîst jî birîndar bûn.”


Mijarên Din