Li Şêrawa û Mareyê 2 leşker û çeteyek hatin kuştin

HRE’yê li Şêrawa û Mareyê li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 2 leşker û çeteyek hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên dawîn de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 leşker û li Mareyê jî çeteyekî artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me bi du çalakiyên cuda li navçeya Şêrawa û herêma Marê leşker û çeteyên dewleta dagirker a Tirk kirin armanc.

Di 31’ê Gulanê de, hêzên me bi çalakiyeke taybet li leşkerên Tirk ên li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa da, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û erebeyeke leşkerî jî hate derbkirin.

Di 1’ê Pûşperê de hêzên me çalakiyeke sekvanî li gundê Til Malidê yê girêdayî bajarê Marê li dar xist, di encamê de çeteyekî girêdayî dewleta dagirker a Tirk hate kuştin.”

 


Mijarên Din