Li Sûriyê 19 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li welêt 19 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşên vîrusê li Sûriyê radibe 312`an.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ji Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 19 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 3 kes jî baş bûne.

Bi vê yekê bi giştî li Sûriyê hejmara nexweşan radibe 312`an û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

(cx)


Mijarên Din