​​​​​​​Li Sûriyê 20 kesên din bi Koronavîrusê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li welêt 20 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê, ragihand ku li Sûriyê 20 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşên şewba Koronayê li Sûriyê radibe 106`an.

Sana daxuyand ku her 20 rewşên nû yên vîrusê ji derveyî Sûriye hatine, ku ji wan 15 ji Kiwêtê, 3 ji Sûdanê, 1 ji Rûsyayê û 1 jî ji Îmaretê hatine.

(kc)


Mijarên Din