​​​​​​​Li Sûriyê 23 kesên din bi koronavîrusê ketin û 3 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 23 kesên din bi koronavîrusê ketin û her wiha sê kesên din jî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê da xuyakirin ku 23 kesên din bi şewba koronavîrusê ketine. Bi vê re hejmara kesên bi pandemiyê kestine gihaşt 584.

Her wiha wezaretê diyar kir ku 3 kes bi nexweşiyê mirine, ji ber wê hejmara kesên ji ber pandemiya koronayê mirine gihatş 35 kesan.

Şaneya Kirîzê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 4 kes li herêmên kantona Cizîrê bi pandemiya koronayê ketine û piştrast kir ku ew ê tedbîrên pêwîst bigire da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiyê bigire.

ANHA


Mijarên Din