Li Sûriyê 29 kesên din bi Koronavîrusê ketin û kesekî jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro ragihand ku 29 kesên din bi Koronavîrusê ketine û kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê got, 29 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan bûye 809 kes.

Wezaretê ragihand ku îro kesekî din jiyana xwe ji dest daye û hejmara miriyan bûye 44 kes.

(cx)

ANHA


Mijarên Din