Li Sûriyê hejmara kesên bi Koronayê ketine bû 86

Hate ragihandin ku li Sûriyê 16 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Hejmara kesên ku li Sûriyê bi vîrusê ketine bû 86.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 16 kesên din bi şewba Koronavîrusê (Covid-19) ketine. Bi vê re hejmara kesên ku li Sûriyê bi şewbê ketine derket 86‘an.

Wezaretê her wiha diyar kir ku ji kesên bi vîrusê ketine 4 kes baş bûn, hejmara kesên rewşa wan baş bûye bû 41, hejmara miriyan jî 4.

 


Mijarên Din