Li Sûriyê nexşerêyeke nû hat xêzkirin… şandeya Tirkiyê diçe Rûsyayê

​​​​​​​Îro şandeyeke dewleta Tirk digihîje Rûsyayê da ku rewşa li “herêmên bêçek” ku şerên giran lê rû didin, nîqaş bike. Di demekê de ku nexşerêyeke meydanî ya nû di saetên borî de hate xêzkirin, gelo dê her du alî li ser çi li hev bikin?

Îro careke din her du hevalbend; Rûsya û Tirkiye piştî her du dan û standinên dawîn ên der bare Idlibê de li Enqereyê bi bin ketin û negihîştin tu encamê, tên pêşberî hev.

Piştî ku hêzên rejîmê li bejahiyên Heleb û Idlibê bi pêş ve diçin û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, şer di navbera rejîma Sûriyê ku Rûsya destekê dide wê û artêşa Tirk û çeteyên wê de giran bû.

Hemû dan û standinên Rûsya-Tirkiyê bi bin ketin, ji ber ku dewleta Tirk hewl dida êrişên rejîmê bi rêya destekdayîna çeteyan rawestîne.

Dewleta Tirk ku di demên dawîn de herêmeke berfireh ji dest da, di nav de jî Meret El-Nûman û Seraqib û ya girîng jî rêya navneteweyî (M5) û êdî nikare gefan li Helebê bixwe û piştî nexşerêyeke nû li ser erdê çêbû, şandeyeke Tirk diçe Rûsyayê. Her wiha dewleta Tirk ku diçe Rûsyayê, bêyî destekdayîna hevalbendên xwe yên NATO’yê ye û nexasim piştî daxuyaniyên Amerîkayê û dewletên rojavayî.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîka Robert O'Brien got welatê wî niyet nake ku rola polîsan li Idlibê bilîze.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî ragihand ku Fransa bi Rûsyayê re li hev dike ku rewşa li Idlibê nayê qebûlkirin.

Piştî ku Tirkiyê ji hevalbendên xwe bê hêvî ma, diyar e ku wê bi stûxwarî vegere hembêza Rûsyayê. Niha dewleta Tirk tevî gefên xwe, ji Rûsyayê re tawîzan dide û li ser erdê jî ev yek diyar dibe. Di vê çarçoveyê de, Rûsya hêzên xwe li ser rêya navneteweyî M5 belav kirin û hêzên rejîmê bê şer li bejahiya Helebê bi pêş ve diçin.

(kc)


Mijarên Din