Li Stockholmê pîrozbahiya rojbûna Ocalan û salvegera damezirandina PJAK’ê

Salvegera damezirandina PJAK’ê û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Swêdê Stockholmê hate pîrozkirin.

Di şahiya pîrozbahiya damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û rojbûna Ocalan de ya li paytexta Swêdê Stockholmê, endamê Desteya Rêveber a KODAR'ê Hecî Ehmedî, hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal, hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso û gelek aliyên siyasî, nûnerên tevgera jinên Rojhilat, meclisên jinan û partiyên Rojhilat axivîn.

Di axaftinan de girîngiya avakirina PJAK'ê di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate destnîşankirin û hate gotin ku PJAK bi projeyên xwe yên çareseriyê ji bo gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî girîngiyeke mezin e.

Axêveran bal kişand ser lehiya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê got divê ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo mexdûran alîkarî bê kirin.

Di peyaman de silav li berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda ser Ocalan hate kirin û ji bo mexdûrên lehiya li Rojhilat û Îranê jî banga alîkariyê hate kirin.

Di şahiyê de hunermend Kale, Evîn, Kawa û Dawûd jî derketin ser dikê û stran gotin.


Mijarên Din