Li Swêdê teqîn: 25 kes birîndar bûn

Li bajarê Linkoping ê Swêdê teqînek pêk hat û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 25 kes di teqînê de birîndar bûn.

Teqîna li bajarê Linkoping ê Swêdê, li gorî saeta herêmî derdorê saet 09.00’an di avahiyekê de pêk hat. Di dîmenên teqînê de kuli ser tevna civakî hatine parvekirin, diyar dibe ku her du aliyên avahiya ku teqîn lê çêbûye, rûxiyane û xisareke mezin pêk hatiye. Hê nayê zanîn ka teqîn ji ber çi qewimiye.

Rayedaran ragihand ku herî kêm 25 kes ji ber teqînê birîndar bûne.

Linkoping 200 km li başûrê rojavayê paytext Stockholmê ye û ji hêla gelheya xwe ve bajarê di rêza 5’emîn a welêt de ye.

Li gorî malpera nûçeyan a Aftonbladetê 15 ambûlans çûne cihê bûyerê. Niştecihekî herêmê  der barê bûyerê de agahî da û got: “Dema teqîn çêbû, ez di serşokê de bûm. Mal hemû hejiya. Rewşeke kaotîk e. Niha gelek polîs li derve li cihê bûyerê ne.”

Berdevkê polîsan diyar kir ku li ser îhtimala krîmînal radiwestin lê îhtîmala qezayê jî wê li ber çav bigirin. Ekîbên tunekirina bombeyan hatin cihê bûyerê. Lê belê nehate zanîn ka ev ekîb ji bo tunekirina bombeyekê yan jî ji bo tedbîran hatine.

Rêveberê avahiya teqîn tê de pêk hatiye, ji malpera Expressen re ragihand ku di avahiyê de gaza sirûştî nîn e.


Mijarên Din