Li Şêxmeqsûdê cejnê bi serdana goristana şehîdan dest pê kir

Vê sibehê bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê berê xwe da Qada Şehîd Ebû Şiyar da ku serdana Goristana Şehîdan bi boneya cejna Remezanê bikin.

Bi boneya cejna Remezanê bi sedan malbatên şehîdan û li rexê jî şênî û endamên saziyên civaka sivîl berê xwe da Goristana Şehîdan a li gundê Pino yê herêma Şiqeyêf û Qada Şehîd Ebû Şiyar da ku serdana Goristana Şehîdan bikin.

Şêniyan wêne û kulîlk hilgirtibûn û şîranî li şêniyan belav kir.

Li goristanê, deqeyekê rêz hat girtin. Dûre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveber Fîdan Husên axivî û cejn li tevahî misilmanên cîhanê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Fîdan bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê ku dermirovî ye û hêviya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê kir.

Piştre şêniyan berê xwe da Qada Şehîd Ebû Şiyar a ku li herêma Seken El-Şebabî ye û di şerê li Şêxmeqsûdê yê sala 2016’an de şehîd bûbû ku hê jî cenazeyê wî di bin kavilan de ye.

Li Qadê dayika şehîd Alan Remziyê Salih helbestek li ser kurê xwe yê şehîd xwend. Şêniyan di nava dirûşmên silavkirina şehîdan de kulîlk danîn wê deverê.

Di dawiyê de şêniyan cejna hev pîroz kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din