Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêngava paqijkirinê

Şaredariya Gel a taxa Şêxmesûdê û hevkariya Meclisa Tenduristiyê ya Helebê bi beşdarbûna şêniyan pêngava paqijkirinê dest pê kir.

Pêngav bi tevlîbûna bi sedan şêniyên taxê ji kolana Şehîd Gelhat dest pê kir û gelek kolan hatin paqijkirin.

Endama Şaredariya Gel  Xatûn Henan got: "Me pêngaveke berfireh ji bo paqijkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir. Pêngav ji taxa Şehîd Gelhat dest pê kir û dê li taxên Şehîd Rûbar, Eşrefiyê û Marûf dewam bike."

Welatiyê bi navê Mustefa Xelîl ku beşdarî pêngavê bûye, got, alîkariya şêniyan bi şaredariyê re gaveke erênî ye da ku hawirdoreke paqij pêk were.

Pêngav dê dewam bike heta hemû tax werin paqijkirin.

ANHA


Mijarên Din