Li Şêxmeqsûdê pirtûkxaneyek hat vekirin

Ji bo teşwîqkirina ciwanan li ser xwendina pirtûkan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pirtûkxaneyek biçûk vekir.

EndamênTevgera Ciwanên Şoreşger hewl didin ciwanên ji bandora şerê taybet bi rêya hemleyên perwerdekirinê biparêzin. Di vê çarçoveyê de însiyatîfa komkirina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin û pirtûkxaneyek biçûk di navenda ciwanan de vekirin.

Pirtûkxane ji sê refikan pêk tê. Di pirtûkxaneyê de 100 pirtûkên cihereng bi her du zimanên Kurdî û Erebî hene. Piraniya pirtûkan parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hin din ên şehîdan in mîna Hisên Şawîş, Rustem Cûdî û Eyub Berezanî ne.

Li gorî endama Komîteya Perwerdeyê ya tevgerê Zeyneb Muslim, wan li gorî derfetên xwe yên heyî û pirtûkên ku karîbûn peyda bikin pirtûkxane vekir.

Di pirtûkxaneyê de gelek dirûşmeyên ku teşwîqî xweperwerdekirinê dikin hatine daliqandin weke `Ji bo parastina çanda xwe xwe perwerde bike`, `Ji bo parastina xwezayê xwe perwerde bike`.

Zeyneb Muslim destnîşan kir ku pirtûkxane ji bo ciwanan ji cihên herî girîng e da ku astên xwe yên zanistî, çandî bilind bikin û zanyariyên xwe zêde bikin. Her wiha diyar kir ku wan bi armanca pêşxistina ciwanan bi riya fikr û felsefeya Ocalan pirtûkxane vekir.

Zeyneb diyar kir ku ji bo perwerdekirina ciwanan li ser îdeolojiya Ocalan pirtûkxaneya mezin ne pêwîst e. Zeyneb bal kişand ku dibe pirtûkxaneya wan biçûk be lê bi fikrê xwe dewlemend e.

Ji aliyê xwe ve endamê Komîteya Ciwana Şikrî Elo diyar kir ku armanc ji pirtûkxaneyê perwerdekirina ciwanên ku serdanan navendê dikin û da ku giyana xwendina pirtûkan vegerînin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ewl dide pirtûkxaneyê berfireh bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din