Li Şêxmeqsûdê stad û hawizê avjeniyê hatin vekirin

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd stad û hawizekî avjeniyê bi navê "Şehîdên Berxwedana Şêxmeqûdê" vekir.

Piştî xebatên sererastkirinê ku bi mehan dom kir, Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd û Buroya Yekîtiya Werzîşê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên taxê stad û hawizê avjeniyê bi  navê "Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê vekir."

Stad û hawiz ji aliyê zarokan ve hate vekirin, pişte beşdaran li stadê geriyan.

Dirêjahiya stadê 42 mîter û firehbûna wê 23 mîter e. hawiz jî 16-10 mître ye.

Di merasîmê vekirinê de, Hevseroka Şaredariya Gel Roşîn Mûsa vekirina stad û hawizê avjeniyê li şêniyan pîroz kir û got, ev yek ji berhemên keda şehîdên taxê ye.

Hevserokê Buroya Yekîtiya Werzîşê ya Helebê Cîwar Mihemed şehîdên ku oxira rizgarkirina taxê de şehîd bûne, bi bîr anî.

Di dawiyê de lîstikek fotbulê di navbera Tîma  PYD û Tîma MSD de pêk hat.

ANHA


Mijarên Din