Li Şêxmeqsûd turnuvaya futbolê destpê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Helebê turnuvaya futbolê ya çîna ciwanan bi navê Cejnên Biharê (Newroz) destpê kir.

Turnova li stada El-Şiqeyf bi tevlibûna bi dehan şênî û ciwan destpê kir.

Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê rêveber ê Buroya Werzîşê yê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Cîwar Mihemed û endamê rêveber ê Tevghera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivîn, vekirina turovayê li ciwan û tîmên werzîşî pîroz kirin.

Piştre maça yekemîn di navbera Tîma Ciwanan a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tîma Cûdî ya girêdayî Buroya Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk de destpê kir.

Maç biserketina tîma Ciwanan bi dawî bû.

Li gorî endamê Buroya Werzîşê Îhab Mistefa turnova dê heya du hefteyan berdewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din