Li Şêxmeqsûd xebatên komînên jinan

Komînên jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku jinên hemû pêkhateyên taxê perwerde û rêxistin dike bûye meqseda jinan.

Komîn tovika bingehîn a civak demokratîk e ku hewl dide bi xebateke hevpar re pêdiviyên civakê peyda bike.

Di şer û aloziya ku çend salan li bajarê Helebê rû da de bandoreke neyinî li civakê kir, di serî de jin bûn qurbanî. Lê jinên taxa Şêxmeqûsdê bi rêxistinbûyînê astengî derbas kirin. Di sala 2013‘an de yekemîn Mala Jin hate vekirin, ku pirsgirêkên jinan çareser kirin û ji alavên şer dûr xist.

Di nav du salan de hejmara endamên Mala Jin 10 kes bûn, lê ev hejmar li beramberî xebata ku jê tê xwestin kêm bû. Endamên Mala Jin di gihaştina bi tevahiya jinên taxê re zehmetî kişand. Ji ber wê pêwîst bû ku rêyekî din peyda bike da ku jinan li taxê birêxistin bike, ji ber ku jin sembola sereke ya pêşxistina civakê ye.

Avakirina komînên jinan

Piştî aktîvkirina komînên giştî li taxê di Gulana 2015`an de, Kongreya Star di 23`yê Tebaxa heman salê de 12 komînên jinan li xetên Şîlan Kobanê û Gulê Selmo ava kirin. Her komînek ji 2 endamên rêveber û komîteyên lihevanîn, parastina jinê, aborî,  perwerde, ciwan û tenduristiyê pêk hat.

Endamên rêveber ên komînên jin tev li dewreyên perwerdeyê bûn û bi rêya serdan, semîner û civînên taybet bo jinê dest bi karê xwe kirin.

Guhertina makenîzmeya xeta karê komînan

Piştî aktîvkirina komînên jinan bi 6 mehan, tax rastî êrîşên hovane ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve hat, bi vê yekê endamên komînan makenîzmeya xeta kar veguherandin parastina taxê. Endaman cih di eniyên şer de girtin, pêdiviyên şervanan peyda kirin, xebatên tenduristiyê di nexweşxaneya meydanî de pêşkêş kirin û jêrzemînan paqij û amade kirin. Di heman demê de çalakiyên li dijî êrîşan çeteyan li ser taxê dikirin.

Bi şikandina êrîşan û vegera ewlehiyê li taxê re, pêla vegera şêniyan a li warê xwe zêde bûn. Di vê çarçoveyê de 23 komîn ji nû ve hatin aktîvkirin ku her komînek zêdetirî 300 malan bi rêve dibe.

Di dema niha de hejmara endamên navenda Komîna Şehîd Şîlan Kobanê li beşa Rojhilat a taxê 77 jin û li navenda Komîna Şehîd Gulê Selmo ya beşa Rojava ya taxê 82 jin.

Endama rêveber a Kongreya Star a bajarê Helebê Fatme Hesen ji ajansa me re destnîşan kir ku komînên jinan li taxa Şêxmeqsûd piştî ku gihaştina bi tevahiya jinan re zehmet bû hate avakirin. Fatme bal kişand ku bi aktîvkirina komînan re çalakiyên jinê û rola wê di civakê de zêde bûn.

Cudahiya di navbera karê komîna jin û komîna giştî de

Komînên jin ên taxa Şêxmeqsûd bi rêya hewldan û piştgiriya jinan xwe isbat kirin. Endamên komînên jin serdana jinan dikin û rewşa jinan di her  malekê de dipirsin. Ya herî girîng komînan sendoqek vekirine da ku alîkariya jinên bê xwedî bikin.

Xebatên komînên jin ne tenê di aliyên perwerdekirin û serdanan de man, lê belê rolek erênî ji aliyê aborî ve lîst. Komînên jin gelek projeyên aborî mîna kooperatîfan û dewreyên zimanê Kurdî vekirin.

Jin û endamên komînan di dewreyên perwerdeyên fikrî re girêdayî exlaq, dîroka jin, şerê taybet û rêxistinê derbas bûn. Piştî vekirina akademiyek taybet ji bo jinê, endamên komînan tev li dewreyên girtî bûn û waneyan bi awayekî firehtir dibin.

Di dawiyê de Fatme Hesen endama rêveber a Kongreya Star got: "Serkeftina komînan berhemên têkoşîna jinên tevahiya pêkhateyên taxê ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din