​​​​​​​Li Îtalyayê rêjeya kesên bi vîrusê mirine gihişt ji sedî 10

Berpirsê Dosyaya Muhacir û Biyaniyan di Partiya Lîberal a Îtlalyayê de Adil Xetab diyar kir hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihiştiye 47 hezar kesî û rêjeya miriyan ji sedî 10 e.

Adil Xetab di hevdîtineke bi ANHA‘yê re bîlançoya vîrûsa Koronayê ji destpêkê heta roja Şemiyê ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îtalyayê wergirtiye eşkere kir. Adil destnîşan kir heta niha 47 hezar û 21 kes bi vîrusa Koronayê ketine û hejmar her ku diçe zêde dibe. Her wiha anî ziman ku rêjeya miriyan ji sedî 10 anku 4 hezar û 32 kes mirine û 5 hezar û 129 kes rewşa wan baş bûye.

Xetab diyar kir ku bîlançoya herî zêde li bakurê Îtalyayê ye ku rêjeyek mezin a bazirganên  îtalî ne, ku ji bo bazirganiyê diçin Çînê.

Xetab da zanîn ku hikûmeta Îtalyayê ji bo rê pêşlîgirtina vîrusê kedeke mezin dide û wiha domand: "Dexedexeya derketina derve û karantînayê ferz kiriye. Ji her malbatekî kesek dikare derkeve ji bo pêdiviyên malê ji xwarin û derman û hwd bîne."

Berpirsê Dosyaya Koçber û Biyaniyan di Partiya Lîberal a Îtalyayê got: “Kartek mîna nasname heye belavkarên elktrokî girtine, di wê kartê de navê kesên ji malên derketine, sedama derketin û rêya wê tên nivisandin. Polîsên Îtalyayê li vê kartê dinerin, heger girîngiya dereketinê dîtin destûra derketinê didin, heger girîng nebe nahêlin. Ji bo kesên bê sedem derdikevin qeydek tawanbar dinivîsînin û cezayê 300 Euro an jî bêtir lê dibirin.”

Xetab axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser bikaranîna mask û lepikan, hebûna bê kêmanî mîtreyekê di navbera kesan de bûye neçarî. Her wiha kesên bi Korona an nexweşiyên din ketine ku derbikevin kolanan qeydek tawanbar ji bo van tê vekirin û cezayê 300 Euro an jî bêtir lê tên birîn. Qedexeya derketina ji karantîneyê ya ku hikûmeta Îtalyayê ferz kiriye dê heta 25‘ê Adarê dewam bike, dibe ku bergeriyên girantir jî werin ferzkirin.”

ANHA


Mijarên Din