Li taxa Eşrefiyê komîngehek hat vekirin

Bi merasîmekê, Meclisa taxên Efşrefiyê û Benî Zeyd ên bajarê Helebê komîngehek bi navê şehîd bijîk Şahid vekir.

Meclisa taxên Eşrefiyê û Benî Zeyd navendek ji komîna taxa Eşrefiyê re bi navê şehîd bijîşk Şahid Reşîd Cimyan vekir. Di merasîma vekirinê de şêniyên taxên Eşrefiyê û Benî Zeyd beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa taxên Eşrefiyê û Benî Zeyd Ehmed Cafer axivî, vekirina komîgehê pîroz kir û got dê komîngeh bibe lêvegera birêxistinkirina şêniyan.

Cafer wiha domand: "Aloziya Sûriyê şênî ji hev belav kir, em jî ji aliyê xwe ve civakê li hev dicivînin û hewl didin wê ji vê krîzê derxin."

Cafer bang li şêniyên taxên Eşrefiyê û Benî Zeyd kir ku hevgirtî bin û pirsgirêkên xwe pev re çareser bikin.

Komîngeh ji hêla kurê şehîd Şahid ve û di nava tilîliyên dayikan hat vekirin.

Bijîşk Şahid Reşîd Cimyan (45) ji şêniyên Dêrazorê, zewiciye û bavê zarokan e, malbata wî niha li taxa Şêxmeqsûdê dimîne. Bijîşk Şahid di 6’ê Îlona 2016’an de di topbarana çeteyên artêşa dagirker a Tirk li seree taxa Şêxmeqsûdê pêk de şehîd bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din