​​​​​​​Li taxa Şêxmeqsûd ji bo zarokê sêwî şahiyek hat lidarxistin

Komeleya Xwedîkerina li Zarokên Sêwî şahiyek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Şahî bi beşdarbûna bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qada Cebanat a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin Hevserokê komeleyê Mustefa Seydo bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Her çend zehmet û rojên reş derbas bibin, her çend şer xwest bi ser bikeve lê di dawiyê de wê xêr bi ser bikeve."

Mustefa diyar kir ku xebatên wan ên piştgiriya madî û manewî ji bo zarokan berdewam in.

Endamê  Hevgirtina Olan Şêx Elî El-Hesen spasiya komeleyê kir û ev tişt got: "Em dizanîn ku alava şer a qirêj  êş û birîn li pey xwe hişt, yên herî zêde ku para xwe ji vê êşê girtin zarokên sêwî ne. Xweda şîret li me kiriye ku em xwedî li zarokên sêwî derkevin. Heger ev zarok ji xizmên xwe dûr in, em xizmên wan in."

Piştre Koma Şehîd Barîn a Dîlanên Folklkorî û Koma Kulîlkên Pêşerojê ya Stranan ên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya Helebê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de diyarî li zarokên sêwî hatin belavkirin û xelekên govandê li ber stranên şorşegerî hatin gerandin.

ANHA


Mijarên Din