Li Tebqa û gundewarên wê 49 hezar xwendekarî bawernameyên xwe wergirtin

Di nava kêfxweşiya serkeftin û pêşwaziya bihinvedana havînê 49 hezar xwendekarên Tebqa û gundewarên wê bawernameyên xwe, piştî 2 rojan ji derbaskirina madeya dawîn di werza duyemîn ji sala 2018-2019`an re û bi rêjeya serkeftina ji sedî 90 li tevahiya dibistanan wergirtin.

Bi awayekî giştî dibistanên herêma Tebqayê piştî peydakirina pirtûkên xwendinê û belavkirina wan ser xwendekaran ku roleke erênî di pêşketina asta xwendekaran de lîst û rêjeya serkeftina xwendekaran beramberî sala derbasbûyî bilind kir, di pêvajoya perwerdeyê de li pêş in.

Di vê çarçoveyê de ajansa ANHA`yê radestkirina bawernameyan li dibistana Mûsa El-Hemûd a girêdayî taxa Sêyem şopand û diyar kir ku xwendekaran bi kêfxweşiyeke mezin bawenameyên xwe wergiritn.

Di vê der barê de mamosteyê di dibistana Mûsa El-Hemûd Qasim El-Hemûd tekez kir ku rêjeya serkeftinê li dibistanê ji sedî 90`e û ev yek ji bo piraniya dibistanên li Tebqayê ku sedema wê jî li keda xwendekar, mamoste û şêniyan vediger derbasdar e, bi taybet piştî peydakirina pirtûkan ji hemû xwendekaran re.

Li ser vî esasî hejmara dibistanên ku di sala xwendinê ya 2018-2019`an de hatine vekirin 198 dibistan in, ku ew jî ji aliyê 2 hezar mamosteyî ve dihatin birêvebirin.

Hêjayî gotinê ku Komîteya Perwrede û Fêrkirinê li herêma Tepqayê di werza havînê de, amadekariyên vekirina hejmarek ji dewreyên perwerdeyê, bi armanca xurtkirina pergala xwendinê dike, lê heta vê seatê ji amadekirina vê raportê dema vekirina dewreyan diyar nekirine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din