Li Tebqayê 7 şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên bajarê Tebqayê şehîdên meha Hezîrê ku di dem û cihên cuda de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbûn, bi merasîmekê  bibîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 7 şehîdên ji şehîdên meha Hezîranê ku di dem û cihên cuda di şerên li dijî DAIŞ`ê de ji bo rizgarkirina herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê şehîd bûbûn bibîr anîn. Merasim li hola navenda Çandê li Tebqayê bibîr anîn. Her heft şehîd ev in "Ebdillah El-Ebidllah, Yasir El-Hisên (Yasir Reqa), Mehmûd El-Hisên (Mehmûd Cirniyê), Mihemed El-Ehmed (Mihemed Reqa), Xalid El-Hemûd (Ebo Ereb), Elî El-Hemîdî (Elî) û şehîd Cewher El-Cedû (Cewher)."

Bi dehan ji şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li hola şano li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê kom bûn.

Di merasîma bîranînê de meclisên zagonsaz û rêveber, buroya malbatên şehîdan, buroya têkiliyên giştî ya QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Jin, Meclisa Ciwanên Tebqayê, Yekitiya Jinên Ciwanan û gelek endamên saziyên sivîl û civakî, malbatên şehîdan û gel amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, malbatên şehîdan li dikê rawestiyan da ku findên hezkirnê li pêşiya wêneyên zarokên xwe pêxin.

Di merasîma bîranînê de, axaftin hatin kirin. Di destpêkê de endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdilkerîm El-Êbrahîm axivî û wiha got: "Silav ji kesên ku dagirkeriya welat qebûl nekirin, biryara berxwedan û hezkirinê ji bo rizgarkirina welat dan. Wan  canê xwe feda kirin û dijî terorê şer kirin. Serkeftin bû para wan û ketin dîrokê."

Bi navê QSD`ê endamê rêveberiyê Ebo Elî axivî û wiha got: "Şehîdên me yên ku bawerî ji me re vegerandin di wexteke ku her kesî dev ji me berda, wan benda tirsê şikandin. Bi baweriya wan tabloyeke herî xweşik ji yekbûna pêkhateyên Sûriyê hate çêkirin."

Her wiha endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mûsene Ebilkerîm di merasîmê de axivî û wiha got: "Em wek partiya Pêşerojê ya Sûriyê û hemû partiyên siyasî li herêmê soz didin dayîk û bavên xwe û zarokên xwe ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin. Têkoşîna xwe heta avakirina  Sûriyek azad dewam bikin."

Di dawiyê de, senvîzyonek derbarê jiyana şehîdan li qadên şer hate pêşandan.

(jo)

ANHA


Mijarên Din