Li Tebqayê amadekariyên komxebata helbestan

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê amadekariyên komxebata helbestan dan destpêkirin. Komxebat dê di vê mehê de bi dirûşmeya "Gefên Tirkiyê me natirsînin" bi amadebûna hejmarek helbestvan û wêjevanên herêmên Reqa û Tebqayê were lidarxistin.

TEBQA

Komxebata helbestanan a çaremîn aliyê Komîteya Çand û Hunerê ve dê were lidarxistin. Beriya niha 3 komxebat li Tebqa, Cirniyê û Mensûrayê hatin lidarxistin.

Têkildarî amadekariyên komxebatê hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Elî El-Elaya ji ajansa me ANHA‘yê re axivî. El-Elaya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên çandî û hunerî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha çalakiyên ku li bajarê Tebqayê hatin lidarxistin.

Elî El-Elaya li ser xebatên ku dê di vê mehê de werin kiri,n axivî û wiha got: "Di vê mehê de dê 4 çalakiyên cuda werin lidarxistin, ji komxebata helbestan, şevbêrka stranan, pêşangehên karên destan, wênesaz, karîkaturîst û peykersaz li ser siyasetên Tirkiyê li herêmê."

Li ser cudahiya komxebata îsal Elî El-Elaya diyar kir ku rengê beşdarbûna komxebatê ji yên berê cudatir be, ji ber ku dê asta berhemên wêjeyê ji aliyê komîteya amadekar ve werin nirxandin.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El-Elaya armanca komxebatê diyar kir ku komxebat bi armanca ku teqezî li ser rol û erka rewşenbîran bike dê were lidarxistin, bi taybet di vê pêvajoyê de  ku herêm rastî gefên Tirkiyê têne. El-Elaya wiha got: "Bi çand û hunerê em peyama xwe ragihînin, ji ber ku çand û huner nasnameya gelan e ku rastiya wê ya dîrokî hatiye berovajîkirin."

Tê payîn ku komxebat di vê mehê de bi tevlêbûneke girseyî ji rewşenbîr, wêjevan û helbestvanan re were lidarxistin.

(dh)

ANHA


Mijarên Din