Li Tebqayê bazirganekî madeyên hişbirê hate girtin

Yekîneyên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya Tebqayê bazirganekî madeyên hişbiriyê girtin.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku Yekîneyên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya Tebqayê di 13‘ê Mijdarê de  bazirganekî madeya "Captagon" ya hişbirê girtin.

Di berfirehiya daxuyaniyê Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate gotin, bazirganê madeya "Captagon" ya hişbiriya ya  li ser bendeke kontorlê yên hêzên ewlekariya hate girtin û li cem wî 177 hebên hişbiriyê di nava 26 kîsan de û 5 gram madeya heşîş a hişbir hate dîtin û ji aliyê Yekîneyên Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ve hatin desteserkirin.

Bazirganê madeyê hişbirê sewqî edaletê hate kirin.

ANHA


Mijarên Din