Li Tebqayê dar hatin çandin

Di çarçoveya pêngava çandina daran a ku Şaredariya Gel a Tebqayê daye destpêkirin de, Beşê Hawirdorê yê girêdayî şaredariyê li 3 parkên bajar û gundewarên Reqayê dar çandin.

Beşê Hawirdorê yê Şaredariya Gel a Tebqayê di çarçoveya pêngava çandina daran de, îro nêzî 150 darên cûr bi cûr li  parkên Şehîd Avesta Xabûr a taxa Salix, parka Wefa a li ber avahiya Meclisa Sivîl a Tebqayê ya taxa Mehacai û parka gundê Sefsaf çandin.

Endamên Meclisa Sivîl a Tebqayê û Rêveberiya Jin beşdarî pêngavê bibûn.

Hevserokê Beşê Hawirdorê Cemal El-Elî diyar kir pêngava çandina daran berdewam e û di demên pêş de dê nêzî du hezar cûre dar li parkan werin çandin.

ANHA


Mijarên Din