Li Tebqayê du mayîn teqiyan: Welatiyek mir, 4 jî birîndar bûn- Hate Nûkirin

Li bajarê Tebqayê ji ber teqîna du mayînan welatiyek mir û di nav de yek zarok 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine girtin, herdu mayîn li kolana Fayiz Mensûr a rojhilatê bajarê bajarê Tebqayê saet di 19:00‘an de teqiyan.

 Hete raghiandin ku ji ber teqîne welatiyek jiyana xwe ji dest da û di nav de jin zarokek keç 4 sivîl birîndar bûn. Hate gotin ku birîna zarok giran e, li nexweşxaneya  Tub El-Hedîsa ya bajêr tedawî dibe.

Hêzên Ewlekariyê cihê teqînê dorpêçkirin û lêpirsîn dan destpêkirin.

ANHA


Mijarên Din