Li Tebqayê klûbeke fîtnêsê ji bo jinan hate vekirin 

Bi boneya salvegera 8'an Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tabqayê bi koordîneya buroya lîstikên jinan a Yekitiya Werzîşê re klûbeke fîtnêsê (Bedenparêzî) ji bo jinan ya bi navê şehîd "Betûl" vekir.

Di vekirina klûbê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz Rewşen Hemê, hevserokê Meclisa Rêveber Hind El, tevlî bi dehan endamên komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgirê hevseroketiya Komîteya Ciwan û Werzîşê Wela El-Ehmed axivî û bal kişand ser serkeftinên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin kir û got ev serkeftin û pêşengtî û hêza jinê pêk hatine.

Wela El-Ehmed got: "Ji bo teqdîrkirina têkoşîna jinan me ev klub vekir."

Her wiha bavê şehîd Betûl axivî û şehîdên şoreşê bi bîr anîn, di dawiyê de deriyê klûbî ji hêla xwişk û bavê şehîd Betûl ve hate vekirin.

Di klubê de zêdetirî 30 amarên sporê hene, klub wê ji saet 08:00' an heya saet 23:00an vekirî be. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Betûl beriya du mehan dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî,  şehîd bûye û cenazeya wê li goristana şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

(rm)

ANHA


Mijarên Din