Li Tebqayê kongreya damezrîner a Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket

Bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Nadyayan em ê Sûriyeke pirrengî, demorkatîk û nenavendî ava bikin" Kongreya Damezrîner a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Tebqayê hate lidarxistin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mihemed, 150 delegeyên ji buro û meclisên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Humis Hema û gundewarên Şamê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên desteyên rêveber ên jinan ên Tebqa, Reqa û Dêrazorê di kongreyê de amade bûn.

Hola Kongreyê di biduşmeyên "Bi rihê Hevrînan em ê asoyên pêşeroja Sûriyê xêz bikin, bi zanist û pêşengteiya jinan gel radibin û serkeftinan diafirînin" û "Bi fikir û zanistê kesayeta partiyekî ya rêxistinkirî ava dibe" hatin xemilandin.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Tebqayê Semîra Ezîz bernameya kongreyê xwend. Her wiha berdevka jinan a partiyê ya bajarê Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir perspektîvên rêxistinî û siyasî xwendin.

Piştre sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawud axivî û rewşa siyasî li ser asta Sûriyê nirxand. Sîham Dawud îşaret pê kir ku gelê Sûriyê rêxistinên tundraw û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê red dikin û daxwaza dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê bi rêya diyalogan dikin.

Sîham Dawud di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinan bi giştî û wiha got: "Destkeftiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi dest xistin zihniyeta baviksalarî hejand û tirs di nav wan de belav kir. Ji lewra em dibînin ku bi hemû rêbazên tundî êrişî van destkeftiyan dike. Binpêkirinên rojane yên li dijî jinan li Efrîn, herêmên din ên dagirkirî û qetilkirina jinên siyasetmedar bi awayekî hovane, şehîdxistina wê ji aliyê komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve rastiya tirsa wan ji îradeya jinan azadî nîşan dide."

Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi domdarî got: "Em bi îradeya jin bawer in û girîngiyeke mezin didin rola wê ya pêşeng di hemû qadên jiyanî de. Armanca me edaletî û wekheviyê di navbera jin û mêr de pêk were. Di du salên dawî de jin di nava Partiya Pêşerojê ya Sûriyê çalak bû û di nava tevahî destek û meclisên gel de xwe bi rêxistin kirin."

Sîham Dawud axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo rizgarkirina welat û pêkanîna demokrastiyê li Sûriyê, divê em asta girîngiya rola ku dikeve ser milê jinan bi giştî û jinên siyasetmedar bi taybet têbighêjin."

Bi navê Rêveberiya Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Umer, bi navê Kongreya Star Remziya Mihemed, bi navê Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro, diya şehîd Hevrîn Xelef Sûad û hevala şehîd Nadiya Xeşan, Hacir Elî Sedîqa axivîn.

Diya şehîd Hevrîn Xelef got: "Di serî de ez dayikên şehîdan silav dikim, şehîd Hevrîn ji bo azadiya jinên têkoşer ên ku banga azadiyê û aştiyê dikin, canê xwe feda kir û projeya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ê isbata vê yekê dike, ji ber projeyeke niştimanî û demokratîk e."

Paşê Endama Rêveberiya Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Umer axivî û da zanîn ku li tevahiya Sûriyê dê jin beşdarî forma nû ya Sûriyê bibin, ji ber ku beşdarbûna jinan di sazûmanî û siyasetê guhartin û veguhartinekê mezin ji bo partiyê û welat e .

Her wiha Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhann Xidiro jî axivî û ev yek diyar kir:"Ji bo ku em nameyekê bigihînin dijiminên projeya xwe ku nikare vîna me bişkîne, em kom bûne, ji ber vê yekê em isbat dikin ku em dikarin xwe bi xwe dozen xwe çareser bikin, xwedî stratejî, vîn û fikirin, gavan diavêjin û em bi vîna jinan azad Sûriyeke nû ava bikin."

Cîhan Xidiro di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku divê her kes parastina destkeftiyên jinan bi dest xistine, bikin, divê ew jinan perwerde bikin û tev li tevahiya qadan bikin, da ku bibe xwedî biryar û her kes bizane ku parastina jinana tê wateya parastina herêmê.

Hevala şehîd Nadiya Hacir Elî jî axivî û eşkere kir ku ev kongere di demekê de wiha de li dar ketiye ku Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan nêzîk bûye û ew hêvîdar in ku ev civîn ji bo piştgiriya jinan bibe hêzek, da ku xwe ji tundiyê rizgar bike. Di dawiyê de ji bo pêşxistina jinan divê ew yekitiya xwe ava bikin.

Piştî axaftina bi dawî bûn, sinivîzyonek der barê kar û xebatên Meclisa Jinan ê du salên derbasbûyî hate pêşandan.

Tê payîn ku di dawiya kongreyê de rêzikname, daxuyanî û hilbijartinên têkildarî rêveberiya nû li dar bikevin.

ANHA


Mijarên Din