Li Tebqayê li dijî gefxwarinên Tirkiyê konê çalakiyê hate vendan

Rêveberiya Jinan a Herêma Tebqayê li dijî gefxwarinên Tirkiyê konê çalakiyan ji bo du rojan veda.

Di çarçoveya pêngava "Me yekitiya xwe ava kir, em biser ketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin, ji dagirkeriya Tirkiyê re ne" ya li dijî gefxwarinên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Rêvberiya Jinan a Herêma Tebqayê konê çalakiyê veda.

Konê çalakiyê li ber avahiya Rêveberiya Jinan hate vedan. Bi dehan şêniyên herêmê beşdarî çalakiya konvendê bûn.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyekî ji aliyê endama Rêveberiya Jinan Zehra El-Hemade ve dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hatin gotin: "Bi navê jinên herêma Firatê em radighînin ku em gefên Tirkiyê yên li ser xaka me û hebûna wê û çeteyên wê li herêmên me red dikin. Em destek in û şîara xwe ya bi em bûne yek em biser ketin, em ê li ber xwe didin ta biparêzin, ji dagirkeriya Tirkiyê re na, hildidin."

Di daxuyaniyê de bang Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku kiryarên dagirkeriya Tirk rawestînin û hate gotin ku jin dê serî ji siyasetên dagairkeriya Tirk re netewîne.

Piştî xwendina daxuyaniyê axaftin ji aliyê beşdaran ve hate kirin. Hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silêman axivî  û anî ziman ku armana Tirkiyê ew e ku herêmên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bike .

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Îbtîsam Îbrahîm axivî, destnîşan kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê red dikin û li ser xeta şehîdan dimeşin.

Çalakiya konvedanê dê du rojan dewam bike.

ANHA


Mijarên Din