Li Tebqayê pirsgirêka kêmbûna avê tê çareserkirin

Ev 60 rojin Şaredariya  Gel a Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê di nava liv û tevgerê de ye. Li gorî berpirsên şaredariyê lêçûna projeyê 90 mîlyonên Sûrî ye. Dê bi dirêjahiya 4 hezar metre de xetên avê werin guhertin.

Beriya hefteyekê werşeyên girêdayî yekîneyên avê yê herêma Tebqayê ya Şaredariya gel dest bi xebatên kolandin û diyarkirina nuqteyên guhertinê kirine.

Armanc ji vê yekê hin xetên sereke yên avê yên di nava bajêr de bi yên baş werin guhertin û hêza berdana avê zêdetir bibe, nemaze li herêma gundê "Nîvê başûrê bajêr".

Ji nuqteyên ku kar lê hatiye destpêkirin; kolana sereke, rêya nexweşxaneya Til El-Hedîs ta dawiya sûkan navendî. Ji destpêka kolana Erîd heta taxa Misehir a ji beriya du salan ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişinin.

Derbarê sedemê pêkanîna vê projeyê û girîngiya wê berpirsê giştî yê projeyê Mihemed El-Ebûdî anî ziman " Li hin taxan av kêm e, ji ber xetên wê yên sereke xetimî ne û rizyane. Her wiha li hin kolanên sereke ji ber kombûna avê erd dihizim.Lew ra me ev proje dane destpêkirin da ku van pirsgirêkan çareser bikin."

Li gorî Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan lêçûna projeyê zêdeyî 90 milyon lîreyên Sûrî ye. Hemû boriyên metanî (madenî) bi yên "polietilen" hatin guhertin ku bi ax û şilbûna zêde û madeyan bandor nabe. Li kolana sereke ya Erîdayê xetek 1000 meter û xetek li beramberî wê bi dirêjahiya 1000 mîtreyê hate danîn da ku pirsgirêka hizmbûna axê çareser bibe. Xetek din bi pîvana 90, dirêjahiya 1200 metreye, xeta 63 bi dirêjahiya 800 mîtreyan hatin siwarkirin da ku hêza avê li herêmê zêde bike.

Yekîneya Avê ya Tebqayê di demê bê de dê projeya guhertina xetên avê li gundewarê başûrê bajarê Tebqayê bide destpêkirin. Li gorî vê projeyê dê zêdeyî 4 km xetên avê yên sereke yên ji depoyê şaxê avê dide mîna "Xeta Xeznawî" werin guhrtin û dirêjeya 1500 km "Xeta gundê Hemam" ya gundên rojavayê bajêr were guhertin.

Sala borî, Şaredariya Gel li gorî du merheleyan projeya guhertina zêdeyî 14 hezar meter li deverên cûda yên bajêr û gundên Tebqayê pêk anîbû. Proje 200 rojan dom kir, lêçûna wê gihişt 300 mîlyonê Sûrî.

ANHA


Mijarên Din