Li Tebqayê planên sala bê ya xwendinê

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê piştî ku sala xwendinê bi dawî kir, xwe amade dike da ku mamosteyan ji dewreya perwerdeyê re amade bike.

Piştî ku sala xwendinê bi dawî bû, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê dest bi amadekariya sala xwendinê ya bê kir. Tê payîn ku komîte dewreya perwerdeyê ji mamosteyên li navendanên bajêr û gundewarên wê re veke.

Komîteya Perwerdeyê amadekariya vekirina dewreya mamosteyan dike. Tê payîn ku zêdetirî 500 mamoste ji hemû beşan beşdarî perwerdeyê bibin ku dê ew mamoste li 10 navendên bajêr û gundewarên wê yên rojhilat û bakurê rojava belav bibin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Ibrahîm El-Hemûd li ser planê axivî û destnîşan kir ku piştî bidawîbûna dewreya havînê û beriya destpêkirina sala xwendinê, ew ê komîte navên kesên di pêşbirkê de bi ser ketine li gorî gelek şertên ku wan bikin xwedî rolên aktîf, diyar bike.

Dewre di 6`ê Hezîranê de dest pê dike

El-Hemûd diyar kir ku tê payîn di 6`ê Hezîranê de dewre dest pê bike û 2 mehan dewam bike. Di perwerdeyê de dê beşdarên nû gelek dersan bistînin mîna pratîkî, civakî û bîrdozî.

10 dibistan têne amadekirin

Her wiha El-Hemûd der barê hin gavên pêşerojê yên li ser bingeha dibistanan teqez kir ku Komîteya Perwerdeyê awayê amadekirina 10 dibistanên ku li navendên bajêr û gundewarên wê hatine belav kirin, lêkolîn dike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din