Li Tebqayê şehîdên Cotmeh û Mijdarê hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên Tebqayê 33 şehîdên mehên Cotmeh û Mijdarê bibîr anîn.

Bi sedan şêniyên Tebqayê 33 şehîdên mehên Cotmeh û Mijdarê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi merasîmekê bi bîr anîn. Bîranîn li Navenda Çand û Hunerê pêk hat.

Şehîdên hatin bibîranîn, Elaa Ehmed, Ebdulhekîm Bekur, Fadî El-Ehmed, Îbrahîm El-Şerîf, Xazî El-Seîd, Umer El-Hindewaî, Mehir Hemûd, Xezwan Umer, Elî El-Weys, Îbrahîm Selûm, Hesen El-Reşîd, Xesan El-Hisên, Elî El-Rizqo, Îd El-Fesîh, Hisên Ebid El-Elî, Mutasim Hebal, Mihemed El-Iwêd, Mistefa Mihemed, Mehmûd El-Şêx, Hemîdî El-Salim, Mehmûd El-Îsa, Elî Zeydan, Ehmed Elî El-Ehmed, Sultan El-Xerîb, Exyed Selmo, Ebdulsemed Îbrahîm, Safî Cafer, Yûsif El-Ehmed, Ebdulezîm El-Necim, Welîd Hemed, Îbrahîm El-Ehmed, Ramadan Selamê û Elî El-Ebûd.

Nûnerên tevahiya komîte û saziyên sivîl û leşkerî yên herêmaTebqayê tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre navên şehîdan ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Reşa El-Taha ve hatin xwendin. Piştre şêniyan mûm  li ber wêneyên şehîdan vêxistin.

Di merasîmê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Ebudlrezaq, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Zehra Arîn û bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê fermendar Roj Mihemed axivîn.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan û sûcên dewleta Tirk a dagirker der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet zarokan şermezar kirin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kirin ku komkujiyên Tirkiyê rawestînin.

Piştî axaftinan belgefîlmek girêdayî jiyana şehîdan û têkoşîna wan di refên Hêzên Sûriye Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate pêşendan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din