Li Tebqayê şehîdên meha Nîsanê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Tebqayê bi merasîmekê şehîdên meha Nîsanê ku di dem û li cihên cûda şehîd bûn, bibîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê bi merasîmekê 11 şehîdên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di dem û cihên cuda di meha Nîsanê de şehîd bûne, bibîr anîn. Merasîm  li navenda Çand û Huner a bajêr hat lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hamid Ferec, Hevserokê Meclisa Rêveber Hind Elî, Rêveberiya Jin a Tebqayê, Meclisa Ciwanên Tebqayê, Meclisa Sivîl a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Çand û Hunerê û bi dehan endamên komîte û saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Meclisê şehîd Şûca Rowîlî (Şûca), Hanî El-Elîs (Hanî), Mihemed Hesen (Doşka), Ebdilcebar El-Efarê (Ebilcebar), Nadir El-Şêx (Ezîz Ereb), Hesen Cinêd (Hesen), Xalid Selamê (Xalid), Ehmed El-Hesen (Ehmed), Sêf Mistefa (Sêf), Ehmed Ebdilkerîm (Ebo El-Rîş) û Cuma Mihemed (Mutez) bibîr anîn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê malbatên şehîdan li ser dikê find pêxistin. Her wiha di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdilkerîm Ibrahîm, Endamê Rêveberiya Buroya Têkiliyên giştî ya QSD`ê Mistefa Mihemed, Hevserokê Meclisa Zagonsaz Hamid Ferec, bi navê Malbata Şehîd Ezîz Ereb kurê apê wî Fûad Hesen û bavê şehîd Hanî Yasir Elîs axivîn.

Di axaftinan de îşaret bi lehengiya şehîdan, rola wan di parastina xak û gelê welatê xwe de ji terorê hat kirin. Her wiha hat diyarkirin ku şehîdan ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin da ku gelê hermê bi aramî û ewlehî bijîn. Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Di dawiyê de sînevizyon li ser lehengiya şehîdan hat pêşkêşkirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din