Li Tebqayê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hate xwestin

Şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê û Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî ji malbatên 2 şehîdên QSD`ê yên ku li Baxozê şehîd bûbûn, xwest.

Di merasîma sersaxiyê de şande û gelek endamên komîteyan û gerînendetiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û bi dehan şervanên QSD û YPJ`ê û malbatên şehîdan amade bûn.

Merasîma sersaxiyê ya şehîd Ebdulqadir Derwîş (Ebo Imar) û şehîd Mehmûd Berho (Mehmûd Tebqa) li gundê El-Sefsafê yê nêzî bajarê Tebqayê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulkerîm El-Îbrahîm axivî û şehîdên ku xeta azadiyê ji gelan re neqişandin, bi bîr anîn û wiha got: "Îro bi saya keda zarokên vî welatî ji cîhanê re îradeya me nîşan dan, bi îradeyê me terora ku ji bo cîhanê xetere bû, me têk bir û me axa xwe bi xwîna şehîdan rizgar kir."

Endamê Rêveberiya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Cemal El-Nehîtir îşaret bi lehengiya şervanên QSD`ê kir ku destana dîrokî li Dêrazorê nivîsandin.

Di dawiya merasîman de, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqetên şehadetê radestî malbatên her du şehîdan kirin.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din