Li Tebqayê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li bajarê Tebqayê, bombeyek ku li ser rê hatibû cihkirin bi erebeyekê veguhestina hundirîn ve teqiya û 2 kes birîndar bûn.

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kirin ku teqîn li nêzî çerxerêya Ehdan a navenda bajêr pêk hat. Diyar bû ku bombeyek li ser rê hatibû bicihkirin, di dema erebeyeke veguhestina hundirîn ve derbas bû, bombe bi erebeyê teqiya. Di encamê de 2 welatî birîdar bûn û ziyan gihiştin erebeyê.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn cihê teqînê dorpêçkirin û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Hêzên Ewlehiyê der barê teqînê de lêpirsîn dan destpkêkirin.

ANHA


Mijarên Din