Li Tebqayê teqîn

Vê êvarê bombeyek li taxa Duyem a bajarê Tebqayê teqiya. Di encamê de kesek birîndar bû û ziyanên madî gihaştin erebeyekê.

Çavkaniyek ji Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê ji nûçegihanê me re ragihand ku vê êvarê teqînek li taxa Duyem a bajêrê Tebqayê çêbû. Ev tax ji taxên bajêr a herî qerebelix e. Her wiha çavkanî tekez kir ku di encamê de kesek birîndar bû û ziyanên madî gihaştin erebeyek ji cureya Van ku li nêzî cihê teqînê bû.

Li ser wê Hêzên Ewlehiya Hundirîn berê xwe dan cihê teqînê, şênî ji wir dûr xistin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û lêkolînek girêdayî teqînê destpê kirin.

Şaneyên veşratî di van demên dawîn de li herêma Tebqayê ji bo xirabkirina ewlehiya herêmê bi rêya bombeyan û bûyerên kuştinê çalak bûne. Hêzên Ewlehiya Hundirîn gelek hewldananên çeteyan şikandin û hinek şaneyên veşratî girtin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din