li Tebqayê yekemîn turnuvaya şetrencê

Li bajarê Tebqayê yekemîn turnuvaya şetrencê bi tevlibûna 39 lîstokvanan ji hemû temenan destpê kir.

Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê, yekemîn turnuvaya şetrencê bi navê "Turnuveya Şehîd Ehmed a Şetrencê "li herêma Tebqayê dest pê kir.

Turnuva li avahiya Navena Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê li dar ket û dê 3 rojên dewam bike.

Di merasîma vekirinê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulkerîm El-Ibrahîm axivî û rola şehîdan di vegera jiyanê de ji herêmê re û orgenîzekirina tevahiya çalakiyên werzîşî destnîşan kirin.

Ji aliyê xwe ve serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk şaxî Tebqayê Selam Hisên spasiya Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê û tevahiya kesên ku tev li orgenîzekirina tunuvayê bûne kir. Her wiha şehîdên komkujiya Kobanê ku salvegera wê îro ye bi bîr anîn.

Piştî xwendina kurtedîroka şetrencê û rêziknameya tunuvayê ji hêla komîteya tehkîmê, turunve destpê kir. Tê payîn ku 3 rojan bidome û di roja Pêncşemê de lîstokvanên serkeftî werin xelatkirin.

Ev cara yekemîna vê tunuvayê li dar dikeve.

(şx)

ANHA


Mijarên Din