Li Terablûsê êrîşên hewayî

Şeva din paytexta Lîbyayê Terablus ku di bin kontrola hikumeta El-Wîfaq de ye, rastî êrîşên hewayî hat.

Reutersê li ser zimanê şêniyên bajêr ragihand ku şeva din li dijî paytexta Lîbyayê Terablusê êrîşên hewayî pêk hatin.

Tê texmînkirin ku baregeheke şer a hêzên girêdayî hikumeta El-Wîfaq a li herêma Sebî ya başûrê paytexta Terablusê bûye armanca êrîşan.

Ji aliyekî din ve jî hikumetê balafirgeha tekane ya ku li Terablusê kar dikir, girt.

Ev êrîşên hewayî piştî rojekê ji şerên giran ku li herêma başûr rû dane, pêk hat. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku beriya êrîşên hewayî di encama şer de 227 kes hatin kuştin û hezar û 128 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ya bi fermandariya Xelîfe Hefter beriya 2 hefteyan dest bi êrîşa li ser Terablusê kir. Hefter desteka xwe ji dewletên Kendavê, Rûsya û herî dawî ji DYA’yê digire. Hikumeta El-Wîfaq a bi rêveberiya El-Sirac jî desteka xwe ji Qeter û Tirkiyê digire.

(kc)


Mijarên Din