Li tevahî stasyonên sotemeniyê yên Qamişlo mazot peyda dibe

Piştî qutbûna 2 hefteyan ji ber rewşa hewayê, li tevahî stasyonên sotemeniyê yên bajarê Qamişlo madeya mazotê tê peydakirin. Her wiha Komîteya Sotemeniyê dest bi belavkirina mazota sobeyan li şêniyan kir.

Bi sedema rewşa hewayê ya nebaş, li tevahî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê madeya mazotê qut bû. Girêdayî mijarê hevserokê Rêveberiya Sotemeniya Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Xelef ji ajansa ANHA’yê re sedema tunebûna mazotê ku ji madeya sereke ye eşkere kir û got:"Sedema sereka rewşa hewayê bû û ji ber wê xwediyên heraqan di dema qeşa û berfê de rawestîn."

Îro, beşek ji madeya mazotê gihişt bajarê Qamişlo, bi wê re jî  Komîteya Sotemeniyê ya bajêr dest bi belavkirina li ser stasyonên sotemeniyê kir. Her wiha komîteyê mazota sobeyan li şêniyan jî belav kir û her malbatekê 100 lître weke pêngava yekemîn ku pêdiviyên wan dabîn bike, belav kir.

Endamê rêveber ê Buroya Rêveber a Şaredariya navçeya Rojhilat û berpirsê sotemeniyê Fewaz Xelîl piştrast kir ku madeya mazotê li tevahî stasyonên bajêr heye û dê 100 lître li şêniyan mîna beşa lezgîn ji beşa duyemîn bê belavkirin, her wiha dihat payîn ku 200 lître bê belavkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din