Li Til Berakê banga têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker 

Bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ku li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şêniyên navçeyê Til Berak daketin qadan û banga li têkoşîn û berxwedanê li dijî pilanên dewleta Tirk a dagirker kirin.

Xwepêşandan li ser banga Meclisa navçeya Til Berakê ya kantona Qamişlo hate lidarxistin. Şêniyên navçeya Til Berakê li pêşiya çerxerêya Firin a li naverasta navçeyê kom bûn û ji wir ber bi Çerxerêya Şehîdan ve çûn.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Na ji dagirkeriya Osmaniya nû re" û "Bi yekitiya xwe em ê hemû komployên li dijî gelan têk bibin" rakirin û sloganên"Berxwedan jiyan e" berz kirin.

Meş li pêşiya Çerxerêya Şehîdan veguhirî mitîngê. Paşê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Rusil Hesen axivî û wiha got:"Tirkiyê dixwaze Osmaniya nû zindî bike û careke din sûcan pêk bîne, ji ber vê yekê tekane rêya çareseriyê û têkbirina planên dagirkeriyê berxwedan û têkoşîn e."

Artêşa Tirk a dagirker hîn jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê sûcan pêk tîne û sivîlan dike armanc. Ji ber vê yekê jî helwestên redkirina êrişên dewleta Tirk û banga bilindkirina asta têkoşîna li dijî dagirkeriyê zêdetir dibin.

eh

ANHA


Mijarên Din