Li Til Berakê derdora 150 donim zeviyên çandinyê bû xwelî

Derdora 150 donim zeviyên çandiniyê yên navçeya Til Berakê ya kantona Qamişlo şewitîn.

Ji ber çirûska ji patozê derketî agir bi zeviyên genim û ceh ên gundê Til Feres ê navçeya Til Birakê ya katona Qamişlo ket û derdora 150 donim zev da ber xwe.

Tîmên agirkujiyê û hêzên Hawarê tavilî berî dan cihê şewatê da ku beriya berfireh bibe vemirînin.

ANHA


Mijarên Din