Li Til Hemîsê agir bi boriyeke petrolê ket

Agir boriyeke petrolê li nêzî gundê Tel El-Lehim ê rojavayê Til Hemîsê ket û ji ber wê jî metirsî di nava şêniyan de çêbû.

Îro di saetên sibê de agir bi boriyeke petrolê ya li nêzî gundê Til El-Lehim ê girêdayî bajarokê Ukaz û derdora wê ket. Hêzên Ewlekariya Hundrîn û hêzên Hewarî berê xwe da cihê bûyerê. Tîmên agirkujiyê yên Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya bajarê Qamişlo agir vemirand.

Li herêmên Til Hemîs gelek xetên petrolê hene. Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê hewl da gelek caran bi rêya satirên axê xetereya wê bisekinîne.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîs Abdulrehîm El-Hadî der barê mijarê de got: "Çakkirina satirên axê li derdora xetên petrolê têrê nake û xetereya wê dûrî şênî, zarok û sewalên wan naxe. Ji ber ku golek tijî petrol bûye û dibe karesatekê çêke."

Petrola ku di xetan re diherike û bi taybet dema rêjeyên germahiyê bilind dibe, nerehetiyê ji şêniyan re çêdike. Şêniyan bang li Desteya Enerjiyê kir ku çareseriyeke bibînin û nehêlin miqdarên zêde ji petrolê di xetan re biherike û xetan sererast bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din