Li Til Hemîsê û Amûdê agir bi zeviyan ket

Tîmên vemirandina agir û komîteyên awarte bi hevkariya şêniyan şewatên li  7 deverên gundewarên Til Hemîsê û şewata li navçeya Amûdê derketin vemirandin.

Li  gundên Şêwêra, Umerî, Rehiya Soda, Tewarîc, Til Teyîb, Ferfera, Teyîb û Til Ehmed, ên navçeya Til Hemîsê agir bi zeviyan ket. Di heman demê de li devera di navbera gundên Heswaya Biçûk û Heswaya Mezin de yê rojhilatê navçeyê 2 şewat çêbûn û 50 donim zevî da ber xwe.

Li bajaroka Til Ehmed, Bîndorî, Lehiya Emo yên rojevayê navaçeyê, gundê Terahiya û Dabîliyê yên başûrê navçeyê şewat di zeviyên hatî çinîn de çêbû. Li gundê Heswayê jî şewat gihişt malekê.

Tîmên vemirandina agir, komîteyên awarte bi hevkariya şêniyan hemû şewat vemirandin.

Şêniyên gundê Bîndorî gotin, wan dîtin du kes bi cilên reş û rûyên wan girtî agir bi zeviyan xistin û gotin wan dan pey wan kes û hewl da wan bigirin lê nikarîbûn.

Li gundên Hecî Nasir û Topiz ên rojhilatê navçeya Amûdê şewat derket û gihişt gundên derdorê.

Tîmên vemirandina agir û komîteyên awarte agir vemirandin.

Hate gotin derdora hezar donim şewitî, jê 100 donim hîna nehatibû çinîn

ANHA


Mijarên Din