Li Til Hemîsê çandina pembo ji sedî 90 daket

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo çandiniya pembo ji ber nexweşiya kurmika bi stirî ya sala borî gihaştibû û kêmbûna buhayê pembo, li gorî lêçûna berhem ji sedî 90 daket.

Ji salên 90`î ve navçeya Til Hemîs û gundewarên wê bi çandina pembo tê naskirin. Ji ber peydakirina karkerên wê û axa herêmê ji çandiniya pembo re guncaw e . Piştî çirûska Şoreşa Sûriyê û êrîşên komên çete yên li ser herêmê ji destpêka sala 2013`an ve, çandina pembo pir kêm bûye.   Lê piştî ku herêm di sala 2015’an de hat rizgar kirin, çandiniya pembo careke din hate kirin. Lê îsal çandiniya pembo ji ber gelek sedeman kêm bû.

Kêm çandiniya pembo li herêmê, xisareke mezin çêdike. Ji ber ku pembo hîmekî sereke ya  pêşxistina aboriya herêmê û peydakirina derfetên kar e.

Sedemên kêmçandina pembo

Li gorî sala çûyî, îsal pembo bi rêjeyeke kêm hat çandin. Di sala çûyî de 12 hezar donim hatibû çandin, lê îsal tenê hezar donim hate çandin. Kesên peywendîdar sedemên vê kêmbûnê spartin nexweşiya kurmên bi stirî û bihabûna parçeyên guhertina erebeyan. Heman demê de lêçûna pembo ji buhayê wê zêdetire.

Endamê Komîteya Çandiniyê yê navçeya Til Hemîsê Elî El-Berho destnîşan kir  ku rûbera îsal bi pembo hatiye çandin tenê hezar domim e û 300 donim jî zebze ye.

Her wiha El-Berho got: “Lehiyên li herêmê çêbûn, bandorek nerênî li cotkaran kirin. Ji ber zirar di berhemên wan de derketin, êdî nikarin pembo biçînin.”

El-Berho wiha got: "Destên qirêj ku avêtin berhemên çandiniyê û bi hezaran donim şewitandin, bandorek neyinî li psîkolojiya cotkaran kir. Vê yekê jî bandorê li mijara çandina pembo kir."

(jo)

ANHA


Mijarên Din